Mustefa Hicrî: Sipaha Îranê li Herêma Kurdistanê fitneyan lidar dixe

12:45 - 3 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Ajansa nûçegihaniya Anadolî liser bûna hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê li herêma Kurdistanê, hervpeyvînek bi Sekreterê giştî yê PDKÎ’ê re pêkanî.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi 2 rojan hevpeyvîna Sekreterê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (Mustefa Hicrî) ligel ajansa nûçegihaniya Anadolî hat belev kirin; di vê gotûbêjê de Hicrî, hikûmeta îslamiya Îranê bi şewq kirina DAÎŞ bû êriş kirin li ser Herêma Kurdistanê melkûm kiribû û ev kiryara Îranê wek şîret û ceza danek bo Kurdan binav kiribû.

Bi gotina Mustefa Hicrî, bi sebeba vê yekê Ku Kurdan pirsa ser bi xwe bûna Kurdistanê anîbûn hohê, hikûmeta Îranê xwe ber vê yekê ranegirt û bi zivirandina bera DAÎŞ ber bi Kurdistanê ve, xwestin bigehin armancên xwe û dest kevtiyên Kurdistanê tune bikin.

Ew gotinên Sekreterê giştî ên PDKÎ’ bi destpêka şerê rêxistina DAÎŞ’ê bi ser Herêma Kurdistanê (heya 20 Kîlometreya Hewlêrê) re elaqedar dibin.

\"24513.jpg\"
Mustefa Hicrî berjewendiya partiyan wek sedema sereke a pêk nehatina kongireya Netewyî a Kurd da zanîn
Mistefa Hicrî di axaftina ligel ajansa Anadolî, amaje bi vê yekê kiribû ku ew êrişa DAÎŞ’ê di demekê de pêkhat ku pirsa xwe birvebiran bi xwe ya Kurdistanê li cîhanê dengdabû û metropolên dunyayê behs li ser dikirin.

Pêştir jî Mustefa Hicrî di axaftinekî de ku ji aliyê piraniya nivîskaran ve hatibû weşandin gotibû: Hikûmeta Îslamiya Îranê tu car naxwaze xwe ji bê aramî û ne ewlehiya devera rojhilata navîn bêpar bike.

Sekreterê giştî ê PDKÎ’ di berdewamiya axaftina xwe li gel Ajansa nûçegihaniya Anadolî, li ser balyozxaneyên Îranê li welatên derekî de got : Armnca hikûmeta Îranê li wan balyozxaneyan ne peywendiyên dîplomasî bi nav kir belku avakirina wan bingehan wek cihê ajavegerî û fitiyan li cihanê hesiband.

Hicrî li ser kongireya Neteweyî jî, berjewediyên partiyan bo ser negirtina kongireyê astang dît û wih bilêv kir: Berjewendiyên Partyên Kurdî û nedîtina berjewendiyên neteweyî ser pêkhatina kongireyê bûn asteng ku hiviya me eve, yekgirtin demeke nêz de pêk bê.