“Murad Muradî” bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat veguhastin

17:54 - 2 Şibat 2022

Roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Murad Muradî” temen 49 salî, xelkê bajarê “Pîranşar”ê, bo cîbicîkirina cezayê xwe, bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, li Pûşpera sala 1399`an bi bê hebûna ti belgeyek yasayî li sêrêya “Celdiyan”ê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî 20 rojan ji girtîgehê, bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî, bi awayê demkî heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

“Murad Muradî” li demsala Payîzê de, ji aliyê dadgeha Şoreşa bajarê “Pîranşar”ê bi tuhmeta “endambûna di yek ji Partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” bi 3ê sal û 6 mehan hepsa “Te`zîrî” hatibû cezadan, piştre cezaya wî bi 2 sal û 2 mehan û 15 rojan hatibû kêmkirin.