Muhsin Ezîzî û Xoşnav Eynî bi danîna barimteya 200 miliyon Tumenî hatin azadkirin

18:53 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 2ê Gelawêjê, “Muhsin Ezîzî û Xoşnav Eynî” her yek ji wan bi danîna barimteya bi qasî 200 miliyon Tumenî ji girtîgeha bajarê “Şino”yê hatin azadkirin.

Ew du welatî bi awayekî demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê “Şino”yê hatin azadkirin.

Ew du welatî roja Çarşemî 22ê Pûşperê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan de mala wan du welatiyên Kurd vekolîn kiribûn.

Ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibûne bêparkirin.

Ew du welatî roja Pêncşemî 30ê Pûşperê, piştî dawî hatina heyama lêpêçîna wan di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Şino” yê hatibûn veguhastin.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan herdu welatiyan hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.