Muhsin Ezîzî bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmyê hat veguhastin

18:49 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2022

Welatiyek Kurd ê bi navê “Muhsin Ezîzî” yê xelkê bajarê “Şino” yê, piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo girtîgeheke ewlehî li bajarê Urmiyê hat veguhastin

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatî piştî binçavkirinê ji mafê “hebûna peywendiya telefonî, hevdîtin digel malbatê û mafê hebûna parêzer” hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ev yek jî daye zanîn ku heta niha, lipeyketina malbata wî welatiyê bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam bûye.

Roja Duşemî 6ê Pûşperê, Muhsin Ezîzî ji aliyê hêzên ewlehî ve û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hatibû binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.