“Muhsin Ezîzî” bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin

18:04 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 30ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muhsin Ezîzî”, kurê Îbrahîm piştî bi dawîhatina lêpirsînan ji girtîgeheke bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê haye veguhastin.

Ew welatiye piştî binçavkirinê, bo girtîgeheke ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di wê heyamê de ji mafê “hevdîtin digel malbata xwe û hebûna parêzer” hatibû bêparkirin.

Roja Duşemî 6ê Pûşperê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li ser “Muhsin Ezîzî” ti zaniyariyek li ber det nîne.