Muhsên Şikuhî çalakvanê sinfî yê mamosteyan hat binçavkirin

18:15 - 18 Hezîran 2022

Sibêdeha roja Înê 27`ê Cozerdanê, “Muhsên Şikuhî” çalakvanê sinfî yê mamosteyan, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Seqizê hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew çalakvanê sinfî binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: “Ew çalakvanê sinfî di mala xwe de hatiye binçavkirin.

Bi hesabkirina wî çalakvanê sinfî, heta niha 24 mamoste ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Seqizê hatine binçavkirin.