Msûd Şemisnejad bi barimteya 1 milyard timenî hat azad kirin

21:51 - 16 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Mesûd Şemisnejad parêzerê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê piştî 34 rojan girtinê, bi danina barimteya 1 milyard timenî bi awayek demkî serbest hate berdan.

Çavkaniyek nêz ji malbata Mesûd Şemisnejad jibilî piştrastkirina vê nûçeyê bi ajansa kurdpa ragehand: Mesûd Şemisnejad demjimêr 6’ê êwariya roja Pêncşemiyê berwar 13’ê Hezîrana 2013’an piştî 34 rojan hepsê bi danina barimteya 1 milyar timenî hate azad kirin.

Çavkaniyê îşare bi vê yekê kir, parêzerê han seva wergirtina dosiyeya Hebîbullah Gulperî,Elî û Hebîb Efşarî bi endametî di yek ji partiyên Kurdistanî hatiye sûçdar kirin.

Li gor gotina çavkaniyê, Mesûd Şemisnejad bi pêywendî girtin tevlî medyayên derveyî Îranê hatiye tawanbar kirin û egera vê yekê heye ku bo dadgehê bihê şandin.

Her wisa çavkaniyê basê vê yekê kir ku eger parêzerê Kurd li dadgehekî bêalî de bihê dadgehî kirin,çi tawan encam nedane û hemû xebatên vî li gorî yasayên Komara Îslamiya Îranê bûne.

Mesûd Şemisnejad li meha Nîsana îsal de ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Urmiyê hate girtin û piştre jibo Îdareya Îttlat ya bajarê Urmiyê hate şandin.