“Morteza Syîdî” bi danîna barimteyê hat azadkirin

18:59 - 9 Gulan 2022

Îro Duşemî 19`ê Banemerê, çalakvanekî warê kedkarî yê bi navê “Morteza Syîdî” û xelkê bajarê Kamêranê bi danîna barimteyê ji girtîgeha Êvînê hat azadkirin.

Ew çalakvanê warê kedkariyê, bi danîna barimteya bi qasî 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha Êvînê hat azadkirin

 “Morteza Syîdî” roja Înê 26`ê Xakelêweyê digel çend ji çalakvanên din ên warê kedkariyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wî çalakvanê warê kedkariyê hatiye sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.