Mojgan Kawûsî bi 62 meh girtîgehê hate cezadan

11:07 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Mojgan Kawûsî girtiya siyasî û çalakvana mafê ziman û etnîkî ya xelka bajarê Kelardeşta Mazenderanê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a bajarê Sarî ve bi 62 meh û rojek girtîgehê hate cezadan.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Mojgan Kawûsî li taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê Sariyê, bi tohmeta “kombûn û nearamî li dijî ewlehiya netewî” bi 39 meh girtîgeh û bi tohmeta “bêrêzî bi rêberî” û “çalakiyên propagandeyî li dijî nizamê” bi 15 meh û rojek girtîgehê hatiye cezadan û ji tohmeta “êfsad fî erz”ê bêtawan hatiye nasandin..

Roja Sêşemî 29ê Sermaweza 1401an a Rojî, yekemîn kombûna pêragihîştin bi tohmetên Mojgan Kawûsî li taya 1 a Dadgeha Înqilab a Sarî, bi amadebûna Osman Muzeyen û Maziyar Tatayî, parêzerên dosiyeya wê bi rê ve çû û navbirî tevî tohmetên berê, bi “Êfsad fî erz”ê hatibû cezadan.