“Mistefa Selîmî” hate Îdamkirin

18:01 - 11 Nîsan 2020

Sibêzûya roja Şemî, 23`ê Xakelêwe, cezayê Îdamkirina “Mistefa Selîmî”, di girtîgeha bajarê Seqizê de ji aliyê rejîma terorîstperwer a Îranê ve hate cîbicîkirin.

Ew hepsî bo cîbicîkirina cezaya ku li ser wî de hatî sepandin, di rojên derbasbûyî de bo odeya tekekesî hatibû veguhastin.

“Mistefa Selîmî”, piştî nerizayetînîşandana hepsiyan di girtîgeha bajarê Seqizê de, karîbû ji girtîgehê bireve û bi gotina rojnamevan û çalakvanên mafê mirov yên Kurd, piştî revîna wî ji girtîgeha bajarê Seqizê, careke din hate binçavkirin û di dawiyê de navbirî îdam kirin.

“Mistefa Selîmî”, jidayîkbûyî 4`ê Pûşpera sala 1346`an a Rojî ye, û navbirî rêketa 16`ê Xakelêwe a 1398`an, hatibû binçavkirin û  bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdan” cezayê 15 sal hepis bi ser wî de tê sepandin û bi tohmeta “diziya çekdarî û muharibe” ji aliyê dadgeha înqilab a bajarê Seqizê ve, bi serokatiya “Gudînî” bi îdamê hatibû cezadan.

Cezaya li ser wî de hatî sepandin di taya 31 a dadgeha bilind a rejîma Îranê ve hatibû erêkirin û wî hepsiyê Kurd di heyama hepsa xwe de, çendîn caran nerizayetiyên xwe li derheq cezaya nedadperwerane ya li ser wî de hatî sepandin nîşan dabû û dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.