Mistefa Sebzî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate murexesiyê

17:51 - 29 Adar 2021

Roja Yekşemî 8`ê Xakelêwe, girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Makûyê, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate murexesiyê.

Roja Duşemî 1`ê Befranbara sala 1399`an, ew girtiyê siyasî bi sedema vê ku berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê murexesî nedabûnê, bi nîşaneya nerizayetînîşandanê dest avêtibû gireva birçîbûnê.

Ew girtiyê siyasî, meha Sermaweza sala 1398`an, bo girtîgeha bajarê Xoyê hatibû veguhastin û piştî girevgirtina navbirî û daxwaza veguhastinê bo girtîgeha bajarê xwe, rêkevta 16`ê Banemera sala 1399`an, bo carek din bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Mistefa Sebzî meha Cozerdana sala 1393`an, li yek ji gundên bajarê Urmiyê, bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdistanê”, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate binçavkirin û piştre ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê, bi vê tohmetê bi 15 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye ji aliyê dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê ve, hatibû piştrastkirin.

Di wan dawiyane de, cezaya girtîgeha “Mistefa Sebzî” li gor gelaleya kêmkirina cezayên te`izîrî, bo 10 sal û 1 roj girtîgeha te`izîrî hate kêmkirin.

Ew girtiyê siyasî di dema binçavkirinê de, temenê wî 18 sal bû.