Mistefa Sebzî di girtîgeha bajarê Urmiyê de dest avête bi gireva birçîbûnê

18:28 - 21 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 1ê Befranbarê, girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê “Mistefa Sebzî” li encama nerizayetî û guhnedana berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê bo daxwaza murexesiyê, navbirî dest avêt bi gireva birçîbûnê.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar li girtîgeha bajarê Urmiyê, heftiya derbasbûyî, birayê wî girtiyê siyasî yê 32 salî bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da û berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê bo dana murexesiyê bi wî welatiyê re daxwaza barimteyê kirin û herwisa dadwer û berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê daxwaza wî welatiyê pişt guh xistin.

Wê çavkaniya agehdar eva jî ragehand: “Ew girtiyê siyasî daxwaza kêmkirina cezaya teizîrî li gor terha “Du Foriyetî” a kêmkirina cezayên teizîrî jî kiriye”.

Ew girtiyê siyasî xelkê bajarê Makoyê, Sermaweza sala 1398an bo girtîgeha bajarê Xoyê hatibû veguhastin û piştî gireva birçîbûnê di wê girtîgehê de û daxwaza veguhastina xwe bo bajarê xwe yê dayîkî, 16ê Banemera îsal bo carekî din bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

“Mistefa Sebzî” Cozerdana sala 1393an li yek ji gundên bajarê Urmiyê de bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve her bi wê tohmetê bi 15 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan û ew cezaye jî di dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de hatibû pejirandin.

Ew girtiyê siyasî li heyama girtina xwe ji mafê wergirtina murexesiyê hatiye bêparkirin û navbirî dema ku hatibû binçavkirin 18 sal temenê wî hebû.