“Miryem Ezîzwend” qurbaniya teqîna mînê ya li bajarê Urmiyê neştergerî jêre hat encamdan

17:03 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2022

Miryem Ezîzwend, xelkê gundê “Koran” yê girêdayî devera “Soma” ya ser bi bajarê “Urmiyê” ku bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bibû, ji aliyê pizîşkên pisopr ve neştergerî bo hat encamdan.

Çavkaniyek agehdar li derheq rewşa tendûristiya navbirî ji Ajansa Nûçegiyaniya “Kurdpa”yê re raghandiye: “Ew welatiya Kurd li nexweşxaneya Xumeynî ya bajarê Urmiyê de neştergerî bo hatiye encamdan û di bin çavdêriya pizîşkî de ye.”

Herwisa çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku: “Keçik wê jinê ku di bûyera teqîna mînê de birîndar bibû, piştî tedawiyên pizîşkî ji nexweşxaneyê hatiye murexeskirin.”

Roja Sêşemî 21ê Pûşperê “Miryem” (Dayîk) û “Ronahî Xudayî” (Keçik) bi sedema teqîna mînê birîndar bûbûn.

Di vê bûyerê de rûyên “Miryem”ê bi dijwarî birîndarbûne û mixabin bûye kêmendam.

Ew mîna ku di mala wan de teqiyabû, û ji aliyê yek ji endamên wê malbatê ve li zewiyên wî gundî hatibû peydakirin û digel xwe biribû malê.