Mirina nêzî 2000 kesan li sedem teqîna mînan

19:28 - 16 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: paşî 24 sal ji kuta bûna şerêÎran-Êraq, hejmara qurbaniyên sivîl li dewerên ku mîn hatine danîn, li 5 parêzgehên Îran, nêzî 8034 kesane.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ji sala 1367-1391 de, li parêzgehên Azer baycana rojava, Îlam, Kirmanşan, Kurdistan û Xûzistan de, 2433 welatiyên sivîl, bi hegera hêmanên bi cî hiştiyên milîtarîû teqîna mîn de, kutayî bi jîna wan hatiye.

Her li vî mideyê gotî de, 5601 kesê din jî birîndar bûne.

Nûçe gihaniya HRANA(Human Right Activists News Agency Iran), li raportik de, jimara qurbanî bûna welatiyan li midê wan 24 salan de, bêmînak binav kir.

Li parêzgehên Kurdistanî yên Îran de, jimara qurbaniyên mînan, cê nigeraniye û bi formik ku li vî midê hatî gitin de, 1996 welatiyên Kurd, li dewerên ku mînên hatî danîn û tiştên şer, canên xwe ji dest dane.

Ji aliyik din de 4727 welatiyên din jî ji welatiyên Kurdistan, bi hegera teqîna mînan birîndar bûne.

He li van 4 parêzgehan de, Kirmanşan bi 993 kuştî, zaftirîn asta ji dest dan li sedem teqîna mîn de heye û parêzgehên Kurdistan, 368 kuştî, Îlam 326 kuştîû Azerbaycana Rojava bi 309 kuştiyan, li astên duê, sêyêûçarê dene.

Tê gotin ku pitir ji 2200000 hiktar, ji erdê Kurdistan de, mînê hatî danîn hene.

Li parêzgehên Azerbaycana rojava û Kurdistan de, meydanên mîn li nêzî cê jiyana welatiyan deye.

Gorekî zanînên vê dûmayê, niha, pitir ji 42000Km 4goşe ji xaka Îran bi mîn û hêmanênşerê 8 saleya Îran-Êraq, heye.