Mirina Keçeka Kurd seva Hejarî û Belengaziyê,bo Mijara Medyayên Îranê

14:01 - 12 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Yekek di ji malbatên Hejar ên Kurdistana Îranê, seva mirina bi keser a endamekî malbata wan, bûne mijara sereka a medya û nûçegihaniyên hikûmetî yên Îranê.

Keçeka nuqsan û endamê malbatek 5 kesî û xelkê gundeke bê îmkan a herêma Qurwê, seva nesaxîya “Anflunza”yê ji aliyê berpirsyarên zanîngeha zanistên pizişkî a parêzgeha Sinê bi hinceta nebûna textên betal nehat wergirtin û piştre li nawendek dermanî a bajarê “Hemedanê”canê xwe ji dest da.

Meryem a temen 30’alî li gel 2’ birayên xwe li gundê “Wişkemerû”a ser bi bajarê Qurwê jiyanek tejî ji feqirî û belengazî derbas dikir ku pêka rapora nûçegihaniya “Faris”serbarî tûş bûn bi nesaxiya goçîlkan ,li nexweşxaneya bajrê Qurwê li bin çawdêriya pizişkî de bû.

Her wisa piraniya ew kesên ku nuqsanin li nawendên xêrxwaî ên parêzgeha Sinê de hatine ragirtin û di bin çawdêriyê de jiyanê dikin, kesên bêserperest pêktinin, bo mînak nawenda xêrxwazî a”Baran”li bajarokê “Sirîşawa”41 kesên nuqsan têde dihên xwedî kirin ku li wê hejimarê 20 kes ji wan bêserperest û bêxwedîne.

\"11065.jpg\"
Di heman demê de malperek herêmî a bajarê Bokanê bilav kir ku malbatek 4 kesî seva pirsgirêkên civakî û telaq wergirtina dayîka wan li rewşek xirab de biser diben.
Endamên malabata han li pîrikek û du keçên temen 20 û 22 sal û kurekî 17 sal pêk tên ku ew du keçane jibo peyda kirina debara jiyana xwe bi neçarî her roj li dûkanekê de kar dikin.

Malabta han û malbata” Husên ,Şemsî û Yadigar”li bajarokê Nodşe pêdivî bi hemû pêwîsitiyên jiyanê hene.

Komara Îslamiya Îranê çi alikariyek bi wan malbatan nake û di heyamê çend rojên bhorî de rewşa jiyana wan bûye mijara Medyaya Îranê, lê heya niha çi alîkariyek bi wan nehtiye kirin.