Mirina gomanawî a Keçeka Xwendekar a Kurd li Tehranê

14:17 - 21 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka xwendekar a Kurd li zanîngeha tehranê bi awayek gomanawî canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşem berwar 18’ê Şibata 2013’an keçeka Kurd a zanîngeha Tehranê bi navê Seyran Mecîdî keça Esad bi sebebek nediyar canê xwe ji dest da.

Seyran Mecîdî xelkê bajarê Bokanê û xwendekarê têrma karnasiya bilind a jimêryarî li zanîngeha tehranê bûye.

Termê Seyrana canmerg di yek ji serdxaneyên bajarê Tehranê hatibû ragirtin û roja Sêşem berwar 20’ê Şibata 2013’an radestî malbat wî hat kirin û li bajarê Bokanê bi axê hat teslîm kirin.

Heta dema bilavbûna nûçeyê , serbarî lêkolînên Pizîşkê yasayî ê Tehranê, sebebê mirina keça xwendekar nehatiye ragehandin.

Li gor amamra tomar kirî li nawenda amra ajansa kurdpa,ê, li destpêka îsal heya niha 6’ jinên Kurd li derveyi malên xwe bi awayên nediyar mirine.