Mirina girtiyik 23 salî ji xelkê Belûç, li sedem îşkenca ji ast derketî

20:37 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdap: li girtîgeha sêntrala Zahidan, xebatkarik siyasiyê Belûç, li sedem îşkenca ji ast derketî li oda teke kesî de, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li rojên kutayiya heftiya borî de, girtiyik ji xelkê Belûç, bi navê Hemze Narûyî, ku midê 4 heyvan bû li hewsa oda teke kesî de ragirtibûn, canê xwe ji dest da.

Ev girtiyê siyasiyê 23 salî, xêncî bêpar bûn ji hevdîtin û peywendî tev malbata xwe, li rewşik zor xirab de li girtîgeha Zahidan de ragitibûn.

Xebatkarên mafê mirov û demokrasî li Îran, hegera mirina vî welatiyê Belûç, li sedem îşkenca ji ast derketî li oda teke kesiya girtîgeha Zahidan, li ser biryara Sergulzay, cêgirê dadsitanê parêzgeha Sîstan û Belûçistan, ragihandine.

Heya niha, çi senterik hukûmî, mirina vî girtiyê siyasîû her wisa hegera vê ranegihandine.

Bi gotina wê serekaniyê, pêştir jî Elî Narûyî(Birayê Hemze Narûyî), ji aliyê ajanên wizareta ewlehiyê de, ser xebata siyasî kuştibûn.

Hemze Naroyî, midê 7 heyvan pêş niha de, li şarê Zahidan, bi hegera xebata siyasî, hatibû girtin û midê 3 heyvan li girtîgeha dezgeha ewlehiyê de li bin îşkencan de bûye.

Adalat News, malpera ser bi rêxirava Cêyş ol Edl, hejmara girtiyên siyasî-Olî yên Belûçan li welatêÎran de, 120 kes ragihandine û daxwaz ji senterên mafê mirov kirine ku ser berpê kirina mafê Belûçan û her wisa girtiyên siyasîûgirtinê bi serexwe(Xodserane) û bi barmite girtina malbatên girtiyên siyasî li Sîstan û Belûçistan, bêne deng.