Mirina bi şik a ciwanê 20 salî li kelanteriya 13a şarê Miyanê

13:07 - 12 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: dosya dadeweriyik din weke dosya mirina bi şik ya Settar Bihiştî wê carê li dadgeha Miyanê de li ber pêregihştinêye.

Dadewerê Miyanê bo mirina bi şika ciwanê 20 salî li kelanteriya şar de dosya dadeweriyê anî pê.

Rojnama Bihar ragihand: ciwanik 20 salî bi navê Ebulfazl Recebî li despêka heftiya borî de, gorekî gotinên dadewerê Miyanê, xwe kuştiye.
Dadewerê şarê Miyanê li parêzgeha Azerbaycana rojhilat li demek ji xwe kuştina wî ciwanî bas dike ku niha bo ajanên agahiya Miyanê dosya daeweriyê anîne pê û xwe kuştina Ebulfazl bi bendê şalê Kurdî li şikneşikê deye.

Ew ciwanê kirêkar ji aliyê kelanteriya 13a Miyanê bi tometa dizîna 600 motorsîklêtan hatibû girtin.

Advokatê binemala Recebî gotiye ku li şarê Miyanê de qet 600 motorsîklêt çininin ku niha evî dizîbin.

Her wisa bo ajanên kelanteriyê bi hegeragirtina 3rojaneya Ebulfezl Recebî li li girtîgeha kelanteriyê de dosye hat çe kirin û bi gotina Hosêyn Moharramî, dadsitanê Miyanê; ajan wezîfedar kiribûn ku her 20 deqîqa carik bi sillûla vî kesî serdan bikin lê ev kar jî nekirine.

Elî Recebî, babê Ebulfezl bi red kirina dawayaxwe kuştina kurê xwe gotiye: bi min dibêjin kurê min bi benda şalê xwe , li sillûla xwede xwe darda kiriye, evî 56 Kg giranî hebû, çawa dibe ku bi xwe bi bendikik xwe darda kiribe? Min ev dît, çi pirsgirêk çinebûn.

Niha binemala Recebî û advokatê wan bi xwekuştina Ebulfazl şikdarin û dibêjin ku ev li sedem îşkence û zehmetên ajanên kelanteriyê hatiye kuştin.

Mirina bi şika vî ciwanê 20 salî li kelanteriya şarê Miyanê bi bîr anînerê mirina Settar Bihiştî li Rebat Kerîme ku ev jî li sedem derb û kutanên ajanên polîsê FTA(Fezayê tolidê tebadolê ittlaat) hat kuştin.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka sala 1391 heya niha 9 girtiyên Kurd bi navên Mohsin Qazîzadê, Şîrzad Xizrî, Saman Emînî, Mihemed Mehdî Zaliyyê, Efşîn Yawerî, Yedullah Mehmûdî, Mihemed Zînetî, Nazdar Wêysî û Xebat Moradî li gitîgehên Îranê de bi formik bi şik canê xwe ji dest dane.

Her wisa gorekî wan statîstîkan girtiyik din bi navê Riza Bawerî, girtiyê Kurd ji xelkê Miyandab li parêzgeha Azerbaycana rojava, li 2ê Xurdada sala 1392 li girtîgeha Ormî, bi werîsê darda kirinê xwe darda kir û kutayî bi jîna xwe anî.