Mirina bi guman a 2 ciwanên belûç

21:30 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Du welatiyên belûç, piştî çend saetan ku ji aliyê navendek ewlekarî ya Îran ve hatibûn binçavkirin, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, du ciwanên belûç ên binavên Mulabexş Ebas zêhî û Neîm Ebas Zêhî, piştî çend demijimêr bi ser binçavkirina wan a ji aliyê (navenda ewlekarî ya Çabihar a ser bi Sîstan û Belûçistana Îranê) re, bi awayekî gumanbar jiyana xwe winda kirin.

Hatiye ragihandin ku termê wan du ciwanên belûç, piştî veguhestin bi nexweşxaneyeke bajarê Çabuhar, hîmayên eşkence û lêdanê li ser leşê wan hatiye dîtin.

Girêdayî vê mijarê, yek ji xizmên wan du ciwanan jî bi Kampaniya Çalakvanên Belûç re ragihandiye: Neîm û Mulabexş her du kirêkarbûne ku beriya niha bi çend rojan ji aliyê hêzên ewlekarî û “Îtilaata” Îranê ve hatibûn binçavkirin.

Heman çavkaniyê di berdewamiya axaftinên xwe de amaje bi wê yekê jî kirbû ku piştî veguhestina termê wan du welatiyên belûç bi nexweşxaneyê, navendên ewlekarî yên ser bi hikûmetê, malbata wan haydar kirbûn û bi wan re gotibûn: Wan du ciwanan kirîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest dane.

Pêştir nîsana îsla jî dîsa di qawîşeke zindana Zahîdanê, ciwanekî din ê belûç bi sedema eşkenceyên giran, ew rakirbûn nexweşxaneyê ku di nava rêde dawî bi jiyana xwe anîbû.

Nasnameya wî ciwanê belûç ê 19 salî, Ebdulwahêd Gumşadzêhî kurê Mîr Mihemed hatibû ragihandin ku bi gotina çalakvanên mafên mirovan û demokrasiyê li Îranê, beriya mirinê bi alavek giran derb bi serê wî ketibûn; ew du salan ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve eşkece lê hatibûn kirin.