Mirina 3 welatiyên Kurd bi sedemên cihê reng

18:33 - 8 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li Kamyarana rojhilatê Kurdistanê 2 karker bi sedema belav bûna gazê, herwisa karkerek jî bi sebeba bi dû ketina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 2 kedkarên gundê “Dirûyan a U’liya”(serve) ya ser bi bajarê Kamyaran ku li Şîraza Îranê karkerî dikirin, bi belev bûna bêhna gaza xwezayî, jiyana xwe winda kirin.

Payamnêrê Kurdpa li Kamyaranê nasnameya wan karkerên Kurd Elmas (45) û Remezan (50) salî her du bi paşnav Rehîm pûr ragihand ku bo debara jiyanê ber bi Şîrazê ve çûbûn.

Sedema wê mirinê, pêxistina tûpa biçûk a gazê (pîknîk) hundir tirombêla cûneya “Saypa” hat îlan kirin.

Herwisa roja yekşemiya borî (4’ê çileya paşîn a 2015’an) du karkerên Kurd ên Qorweya rojhilatê Kurdistanê, bi sedema teqîna tûp (kepsûl) a gazê li meydanê mêwe ya wî bajarî, jiyana xwe winda kirin.

Her di peywendî ligel mirina welatiyên Kurd de, beriya niha bi du rojan welatiyekî gundê “Nûklo”ê ser bi Kamyaran, bi sedema bi dû ketina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, tirombêla wî werdigere û ew jî jiyana xwe jidest dide.

Nasnameya welatiyê mirî, Ferşad Raziyanî hat ragihandin ku li cadeya Sawe- Tehran, tirombêla wî ji rê derket û bi wergerîna wesayîtê re ew jî mir.

Reşandina gulleyan liser hemwelatiyan (li dewerên avakirî û nav bajaran) ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve, wek karekî adî û normal têdîtin ku kuştinan jî bi pey xwe tîne.