“Miqdad Hesennijad” ji girtîgeha Seqizê hate azadkirin

16:35 - 27 Şibat 2022

Roja Şemî 7ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Miqdad(Kardox) Hesennijad” xelkê bajarê Seqizê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî û bi awayê demkî û heta dema dadgehîkirina wî, ji girtîgeha bajarê Seqizê hatiye azadkirin.

 “Miqdad Hesennijad” di heftiya derbasbûyî de, piştî bi dawîhatina jêpirsinê li girtîgeha ewlehiya Sineyê, bo girtîgeha bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji hevdîtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer, hatibû bêparkirin.

Di roja Şemî 9ê Rêbendanê, “Miqdad Hesennijad” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta sepandî li ser wî welatiyî de ti zaniyariyek li ber dest nîne.