Mînê bicîmayî ên hikûmetê kuştina pasdarekî li pey xwe hebû

15:27 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Mînê çandî û kom nekrî yên şerê Îran û Îraqê, ne tenê bûye sedema can jidestadana hevwlatiyên Kurd, belkî Hêzên ewlehî ên hikumetê jî, lê bêpar nebûn.

Li gorî malpera “Urom News” a girêdayî bi Spaha Pasdaran dabû zanîn ku, roja Duşemî 10`ê Pûşperê, endamekî Spaha Pasdaran yê bi navê “Hesen Dergahî”, bi sebeba teqîna mînê di sînorê Qotûr a girêdayî bajarê Xoyê de, hate kuştin.

Malpera “Urom News” a girêdayî bi Spaha Pasdaran, li nûçeya ku belavkiriye, sedema kuştina wî endamê Spaha Pasdaran teqîna mînê daye zanîn û xwe li weşana zaniyarêyên zêdetir jidûr xistiye.

Her di vê pêwendiyê de, şeva Duşemî, 12`ê Xakelêweyê, demjimêr nêzîk 9`ê şevê, Du leşkerî yên Tîpa 228`ê Artêş a girêdayî bajarê Seqizê bi navên “Elîreza Kemalî û Ebas Efradî” bi sedema teqîna mînê, bi dijwarî birîndar bûn.

Li gor amarên weblaga “Mîn û jiyan” 62 hevwelatî bi sedam teqîna minê di sala 1397`an de, di Kurdistan û Îranê de hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî wê amarê 6 kes yên temen jêr 18 salî bûne û hemû qurbaniyên ku rastî bûyera mînê hatinê li parêzgehên wekî: Urmiyê, Sine, Kirmaşan, Îlam, Xozistan û Sîstan û Belûçistan in.

Li bûyera teqîna mînan di sala 1397`an de, 8 kes jin bûne û 54 kes jî zelam bûne.