Milîtarên hukûmî welatiyik Kurd birîndar kirin

12:26 - 23 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdap: welatiyik Kurd ji şarê Serdeşt, bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê bi dujwarî birîndar bû.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja 30ê Azer, ajanên milîtaroyên Îranê li Serdeşt, bi şêlikiya bi welatiyik Kurd bi navê Elî Seadetî, 34 salî, kurê Ehmed ev birîndar kirin.

Ev welatiyê Kurd ji xelkê gundê “ Alwatan”a Serdeşt, li ciyik bi navê Talistan de li rewşa çêrandina terşên xwe bûye ku ber şêlikiya rasterasta hêzên milîtarî ketiye.

Tê gotin ku Elî Seadetî bo derman kirina vî bi senterên duxtoriyê li şarê Serdeştê bo çareser kirinêhatiye raguhastin û niha bin çavdêriya duxtoran deye.

Pêşde jî li dewera “Çiwarta” li herêma Kurdistana Êraqê de welatiyik Kurd bi navê Şimîran Celal ji aliyê hêzên “ Henga Merzî(hêza ser sînor)”a Îranê li Banê de ketiye ber gulleyan û bi dujwarî birîndar bûye.