Mîlad Rostemî bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Taliqanî”ya bajarê Kirmaşanê hate veguhastin

16:08 - 28 Kanûna Paşîn 2022

“Mîlad Rostemî” xelkê bajarê Selasa Bavecanî, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmet Îranê, li ser sînorê bajarê Newsûdê hatibû birîndarkirin, û piştre bo nexweşxaneya “Taliqanî”ya bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî 5`ê Rêbendanê, Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn, mixabin di vê bûyerê de, bi sedema vê ku gule li zikê wî kolberê Kurd ketibû û herwisa jiber kûrbûna birînan, ev bona çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Pawe veguhastibûn.

“Mîlad Rostemî” temen 26 salî û dezgîrandar e.