“Mîlad Minberî û Seyvan Minberî” bi danîna barimteyê hatine azadkirin

17:40 - 10 Şibat 2022

Îro Pêncşemî 21`ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Mîlad Minberî” kurê Mihemed û “Seyvan Minberî” kurê Hişmet xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Ew du welatiyane her yek ji wan bi danîna barimteya 150 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin.

Ew du welatiyane roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyane di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêragihîştina bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbatên xwe” hatibûne bêparkirin.

Sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wan du welatiyan û navbiriyan bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirin.

Hêzên ewlehî keresteyên kesî yên wan du welatiyan wekî Kampiyûter û telefonên wan zevt û digel xwe biribûn.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.