Mikayîl Minberî bi danîna barimteya giran hate azadkirin

16:57 - 3 Çirriya pêşîn 2021

Roja Şemî 10`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mikayîl Minberî” xelkê gundê “Niyer” û akinciyê bajarê Sineyê, bi danîna barimteya giran ji girtîgeha wî bajarî hate berdan.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî, bi awayekî demkî heya dema bi dawîhatina qonaxa dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatiye azadkirin

“Mikayîl Minberî” piştî derbaskirina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirin de, li “çavpêkevtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin. 

Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wî welatiyê Kurd, dest bi ser hin ji keresteyên kesîn ên navbirî de girtibûn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.