Mikaîl Minberî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sinê hat azadkirin

18:28 - 13 Îlon 2022

Roja Sêşemî, 22ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mikaîl Minberî” xelkê gundê “Niyer” yê girêdayî bajarê “Sine” yê bi danîna barimteya giran ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 1 miliyard û 400 miliyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema bidawî hatina qunaxên dozgeriyê, ji girtîgeha bajarê “Sinê” hatiye azadkirin.

Roja Şemî 5ê meha Pûşperê, “Mikaîl Minberî” piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê ji girtîgeha îtilaata Spahê bo girtîgeha bajarê “Sinê” hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 8ê Pûşperê “Mikaîl Minberî” bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Sipêdeya roja Sêşemî 25`ê Cozerdana sala 1400`an jî, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kiribnû û roja Şemî 10`ê Rezibera hemen salê bi danîna barimteya biqasî 600 milyon Tumenî bi awayê demkî heta bidawîbûna qonaxên dozgeriyê ji girtîgeha Sinê hatibû azadkirin.