Mikaîl Mênberî bo girtîgeha bajarê Sinê hat veghastin

18:28 - 28 Tebax 2022

Roja Şemî 5ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mikaîl Mênberî” xelkê gundê “Niyer” û rûniştiyê bajarê “Sinê” piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wî, ji girtîgeha Îtilaata Spahê bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatî di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Sipêdeha roja Çarşemî, 8ê Pûşperê, ew welatî bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Sipêdeha roja Sêşemî 25ê Cozerdana 1400an a rojî, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşkirin li ser mala “Mikaîl Mênberî” û navbirî binçavkirine û roja Şemî, 10ê Rezbera heman salê, bi danîna barimteya 600 miliyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê azadkirin.