“Mihyedîn Tazevarid” piştî hilvşandina cezayê îdamkiranê bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:52 - 5 Kanûna Paşîn 2022

Cezayê îdamkirina welatiyek Kurd ê bi navê “Mihyedîn Tazevarid”, kurê “Yûsif” û xelkê bajarê Şinoyê, li dîvana bilind a welat hate hilveşandin û roja Duşemî 13ê Befranbarê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Piştî hilveşîna cezayê îdamkirina wî welatiyî li dîvana bilind a welat , dosyeya navbirî bo taya hevterîb hate şandin.

Roja Pêncşemî 12ê Pûşpera sala 1399an, “Mihyedîn Tazevarid” bi tohmeta “Miharibe” anku “dijayetîkirin digel Xwedê”, ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadver “Şêxlû”, cezayê îdamkirinê bi ser wî de hatibû sepandin.

Navbirî li 7ê Xezelwera sala 1397an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.