Mihemedxalid Hemzepûr û Rehman Yusifî bo cîbicîkirina cezayê bo girtîgeha bajarê Nexedê hatin veguhastin

18:11 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 9ê Gelawêjê, du welatiyên bi navên “Mihemedxalid Hemzepûr” xelkê gundê “Xanler” û “Rehman Yusifî” xelkê gundê “Sewce” yên girêdayî bajarê “Şino”yê bo cîbicîkirina cezayên wan bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hatin veguhastin.

Mihemedxalid Hemzepûr, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê “Şino”yê bi serokatiya dadwer “Rezayî” bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê bi 5 sal girtîgehê hatibû cezadan û ew ceza roja Yekşemî 7ê Xakelêweya îsal ji wî welatiyê Kurd re hatibû ragihandin.

Herwisa “Rehman Yûsifî” xelkê gundê “Sewce” 24ê Sermaweza sala 1399an bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştire bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Ew du welatî di dema binçavkirina wan de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbatên wan hatibûn bêparkirin.