“Mihemedtahîr Husênpûr” 15 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin

16:53 - 19 Çirriya pêşîn 2021

Welatiyekî kurd ê bi navê “Mihemedtahîr Husênpûr”, temen 26 sal û kurê Riza û xelkê bajarê Nexedeyê, ji aliyê dadgeha wî bajarî ve bi 15 meh girtîgehê hate cezakirin.

Ew welatî ji aliyê dadgehê ve bi "herifandina milkên giştî" û "beşdarîkirin di xwepêşandanên meha Gelawêja îsla li Nexed”ê hatiye tometbarkirin.

Cezayê wî li heyama rojên derbazbûyî de bi fermî bi navbirî re hatiye ragihandin.

“Mihemedtahîr Husênpûr”, 25`ê Gelawêja Îsa, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkiribûn û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.