Mihemedsidîq Ezîzî li benda leşkerî a girtîgeha Umriye hate mirexesiyê

18:12 - 11 Gulan 2022

Roja Sêşemî 20`ê Banemerê leşkerê Kurd yê bi navê “Mihemedsidîq Ezîzî” kurê Loqman û xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyek giran ji benda leşkerî a girtîgeha Urmiye hate mirexesiyê.

Ew leşkerê Kurd bi danîna barimteya bi qasî Yek milyard û 500 milyon Tumenî hate mirexesiyê.

Ezîzî ji aliyê taya yek a dadgeha leşkerî  a li bajarê Urmiye bi tohmeta “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê” bi du sal û şeş meh heps hatibû cezadan û ev cezaya roja Sêşemî 30`ê Xakelêweyê bi awayî fermî ji wî re hatibû ragihandin.

Ev leşkerê Kurd, di heyama girtîgehê de ji mafê destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtina digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Roja Çarşemî 20`ê Rêbendana sala 1400`an ev leşkerê Kurd ji aliyê parastina îtla`ata artêşê hatibû desteserkirin.

Ev welatiyê Kurd di yek ji Binkeyên artêşê li bajarê Tehranê di hale birêvebirina wezîfeya leşkeriyê de bûye.