“Mihemedsidîq Ezîzî” bo girtîgeha bajarê “Şino”yê hate veguhastin

17:24 - 28 Şibat 2022

Roja Yekşemî 8ê Reşemê, serbazekî Kurd ê bi navê “Mihemedsidîq Ezîzî” kurê “Luqman” xelkê bajarê “Şino”yê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew serbazê Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 20ê Rêbendanê, ew serbazê kurd ji aliyê “hifazeta” îtila`ata artêşa rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Navbirî li padiganek a arteşê li bajarê Tehranê, serbaz bû.

Ji sedema binçavkirina wî serbazê Kurd heya niha ti zaniyariye li berdest nîne.