“Mihemedsidêq Ezîzî” hate mirexesiyê

18:57 - 2 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 10`ê Cozerdanê, leşkerekî Kurd ê bi navê “Mihemedsidêq Ezîzî” kurê Luqman û xelkê bajarê Şinoyê, li benda leşkerî ya girtîgeha bajarê Urmiyê hate mirexesiyê.

Ew welatî roja Sêşemî 20`ê Banemerê jî, bi danîna barimteya bi qasî Yek milyard û 500 milyon Tumenî hatibû mirexesiyê û piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya wî zivirîbû girtîgehê.

Ezîzî ji aliyê taya yek a dadgeha leşkerî ya li bajarê Urmiye bi tohmeta “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurdî ên dijberên hikûmeta Îranê” bi Du sal û Şeş meh heps hatibû cezadan û ev cezaya roja Sêşemî 30`ê Xakelêweyê bi awayê fermî ji wî re hatibû ragihandin.

Roja Yekşemî 8`ê Reşemeha sala 1400`an a rojî “Mihemedsidêq Ezîzî” li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin û piştre bo carek din bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev leşkerê Kurd, di heyama girtîgehê de, ji mafê “destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtina digel malbata xwe” hatibû bê parkirin.

Roja Çarşemî 20`ê Rêbendana sala 1400`an a roji, ev leşkerê Kurd ji aliyê Hêza Parastina îtla`ata Artêşê ve hatibû desteserkirin.

Ew welatiyê Kurd di yek ji binkeyên artêşê li bajarê Tehranê li halê birêvebirina wezîfeya leşkerî bûye.