Mihemed Sidîq Kebûdwend berdewam e li ser girevê

15:59 - 26 Hezîran 2012
Kurdpa: Rêkxirawa mafê mirovan a Kurdistanê ragehand ku mihemed Sidîq Kebûdwend li demekê de kuzêdetir ji mehekê ye li gireva birçîbûnê de ye ragehandiye ku wê berdewam be li ser girevê.

Pizîşkê yasayî ragehandiye ku serbarê vê ku kebûdwend gorçikên wî werimîne û îltihab kirine, lê berpirsyarên ewlehiyê ên girtîgehê pêşiya veguhastina wî bo nexweşxaneyê girtine.

Rêkxirwa mafê mirovan ya Kurdistanê ragehandiye ku divêt berpirsyarên dadweriyê rê bidin ku navbirî bê derman kirin û herweha bihêlin ku ew serdana kurê xwe ê nexweş bike, û heke tiştek were serê wî, eva berpirsyarên girtîgehê li hember wî de berpirsyar in.