Mihemed Sidîq Kebûdvend li zîndana “Êvîn” a Tehranê pîrozbahiya sala nû ji xelkê Kurdistanê dike

12:32 - 19 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarê Rêkxistina Mafê Mirov a Kurdistanê bi hilkvta hatina cêjna Newrozê û serê sala Kurdî,pîrozbahiyê ji hemû xelkê Kurdistanê dike.

Li gor rapora malpera Rêkxistina Mafê Mirov a Kurdistanê, Mihemed Sidîq Kebûdvend “di çavpêkevtinekê de tevî malbata xwe li zîndana Êvînde” hatina Newrozê û sala teze a Kurdî ji hemû gelê Kurd û xelkê Îranê û hemû civakane ku cêjna Newrozê cêjnê digirin pîroz kir.

Kebûdvend hêviyê dixwaze ku di sala nû de gelên Îranê û bi xasmanî gelê Kurd li azar û belengazî û tepeseriyê rizgar bibin û sala teze destpêkek bo gihîştin bi daxwaz û mafên siyasî be.

Berpirsyarê Rêkxistina Mafê mirov a Kurdistanê, di sala nû de Jiyan di aştî û tenehiyê,emniyeta canî û azadî û parastina mafê mirov bo civaka Kurdistanê,Îran û civaka mirpvî bi hêvî dixwaze.