“Mihemed Selîmî” bona cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgeha bajarê Seqizê hat veguhastin

18:14 - 14 Tebax 2022

Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, Mihemed Selîmî, welatiyê xelkê bajarê Seqizê, bona cîbicîkirina cezayên wî bo girtîgeha bajarê Seqizê hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd piştî gazîkirin bo yekîneya birêveberiya yasayên dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê hatibû binçavkirin û bona cîbicîkirina cezayên wî bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Meha Banemera îsal, “Mihemed Selîmî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê bi serokatiya dadwer “Cevad Mistefayî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bi 11 meh girtîgeh hat cezadan.

Piştre cezayê wî welatiyê Kurd li dadgeha pêdaçûnê bi 2 sal girtîgeha ragirtî û 2 meh û 23 roj girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.

Roja Sêşemî 19`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî “Mihemed Selîmî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bo girtîgeha Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin û roja Çarşemî 17`ê Xakelêweyê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.