Mihemed Selîmî bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:26 - 9 Nîsan 2022

Roja Çarşemî 17`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Selîmî” xelkê bajarê Seqizê bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatiye azadkirin.

“Mihemed Selîmî” roja Sêşemî 19`ê Rêbendana sala 1400`an, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Ew welatiye piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin û di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.