Mihemed Selehşûr ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin

17:14 - 25 Şibat 2021

Roja Çarşemî 6ê Reşmê, Mihemed (Îsmet) Selehşûr, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê devera Mirgewer, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî, li dawî murexesiya xwe, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Herwisa ew girtiyê siyasî, roja Şemî 6ê Befranbara îsal, hatibû murexesiyê.

“Mihemed Selehşûr”, meha Reşemeya sala 1396`an, bi tohmeta “endambûn û piropagende bi berjewendiyên yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre roja 4 Banemera sala 1397`an, piştî 48 rojan lêpirsînê ji girtîgeha Îtila`atê, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, piştî çend roj ji veguhastin bo girtîgeha bajarê Urmiyê, li taya 3 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dadwer “Necefzade”, bi 8 sal û 3 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê, ew girtiyê siyasî, bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeh, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, bi 1 sal girtîgeh, bi tohmeta “helgirtina çekê”, bi 2 sal girtîgeh û herwisa bi tohmeta “rewîn ji serbaziya bi zorê”, bi 3 meh girtîgeha te`izîrî, hatibû cezadan.

Piştre, 2 sal ji heyama girtîgeha te`izîrî ya wî girtiyê siyasî ku girêdayê “helgirtina çekê” bû, hatibû bexşîn.

Ew girtiyê siyasî, piştî 10 meh girtîgeh, bi tohmeta “beşdarîkirin li kuştina yek ji karbidestê Spaha Pasdaran”, bo girtîgeha hifazeta Îtila`ata Spaha Pasdaranê hatibû veguhastin û di du qonaxan de bo heyama 15 roj û 63 roj di odeya kesî de bû û piştî neselmandina wê tohmetê, wegerandine bo girtîgehê.

Cezaya girtîgeha “Mihemed Selehşûr”, ji gor gelaleya “dufewriyet”î ya kêmkirina cezaya girtiyên te`izîrî, bo 2 sal û 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, xêzandar û xelkê gundê “Filkan” yê girêdayê devera Mirgewera ser bi bajarê Urmiyê ye.