Mihemed Muradî bi danîna barimteya giran hate azadkirin

17:32 - 13 Adar 2022

Îro Şemî 21`ê Reşemê, girtiyekî siyasiyê Kurd ê bi navê “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Qebrahisên” ê girêdayê bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteya 8 milyard Tumenî hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasiyê Kurd bi danîna barimteya 800 milyard Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê hatiye azadkirin.

 “Mihemed Muradî” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve bi 15 sal dûrxistin bo yek ji bajarên parêzgeha Zencanê hate cezadan û ew cezaye roja Şemî 4`ê Reşemê bi awayek fermî bi navbirî re hate ragihandin.

roja Yekşemî 8`ê Reşemê, kombûna dadgehîkirina wî girtiyê siyasî, piştî retkirina cezayê wî li dîvana bilind a welat, bi rêya vîdiyo konfiransê, li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê hatibû lidarxistin û dadgehê bo azadkirina demkî ya navbirî daxwaza barimteya 8 milyard Tumenî kiribû.

Meha Banemera îsal ew welatiye bi tohmeta “muharibe” ji rêya endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve, bi 40 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû cezadan.

Cezayê 40 sal dûrxistina “Mihemed Muradî” bi sedema kêmasiyan li lêpirsînan, ji dîvana bilind a welat ve hate hilweşandin û dosiya navbirî bo dadgeha destpêkê, hate şandin.

Mihemed Muradî” berê endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û meha Xermanana sala 1396`an li sînorê “Kêlê” ser bi bajarê Serdeştê zivirîbû bo Îranê.

Navbirî piştî zivirîn bo Îranê, ji aliyê hêzên ewlehiyên girêdayê Îtila`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û bona lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînan ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, di destpêkê de bo girtîgeha navendî ya wî bajarî û piştre bo girtîgeha Nexedeyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye 35 salî, xîzandar û bavê du zarokan e û niha li girtîgeha bajarê Nexedeyê hatiye ragirtin.

Êvareya roja Yekşemî 21`ê Rezbera sala 1398`an, du birayê “Mihemed Muradî” yên bi navên “Ebdullrehman û Sadiq Muradî” li sînorê “Kotran” ê ser bi bajarê Pîranşehrê, li dema kolberiyê bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatibûne kuştin.