Mihemed Muradî bi 40 sal girtîgeh hate cezadan

18:51 - 12 Gulan 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemed Murdî” xelkê gundê “Qebrahusên” ê ser bi bajarê Pîranşehrê bi tohmeta “bexî” ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş ya bajarê Mihabadê bi 40 sal girtîgeh hate cezadan û bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate dûrxistin.

Yek ji xizmên nêzî wî welatiyê di civînekê de digel Kurdpayê ragihand: Îro Çarşemî 22`ê Banemer, “Mihemed Murdî” bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate gazîkirin û ew cezaye bi wî re hate ragihandin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Dawî kombûna dadgehîkirina wî welatiyê li meha Banemerê di taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê de bi serokayetiya dadwer “Cewad Qulamî” bi rê ve çû bû.

“Mihemed Murdî” berî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û piştî cudahiyê digel wê Partiyê, Xermanana sala 1396`an ji sînorê “Kêlê” yê ser bi bajarê Serdeştê wegeriyabû Îranê.

“Mihemed Murdî” piştî vegerîna bo Îranê ji aliyê hêzên ewlehî yên girêdayê Îtila`ata Spahê hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaranê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew girtiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li girtîgeha Îtila`ata bajarê Urmiyê destpêkê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin û piştre bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê 35 salî, xîzandar û xwediyê du zarokan  e û niha di girtîgeha bajarê Nexedeyê de ye.

Êvareya roja Yekşemî 21`ê Rezbera sala 1398`an jî, du birayên “Mihemed Murdî”  yên bi navên “Ebdulrehman û Sadiq Muradî” li sînorê “Kutran” yê ser bi bajarê Pîranşehrê di dema kolberiyê de bi sedema teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaranê canê xwe ji dest dabûn.