“Mihemed Muradî” bi 15 sal dûrxistin hate cezadan
Girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Qebrahisên” ê girêdayê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve bi 15 sal dûrxistin bo yek ji bajarên parêzgeha Zencanê hate cezadan.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar ew girtiyê siyasî roja Duşemî 14`ê Reşemê bo cîbicîkirina biryara xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatiye gazîkirin û ew cezaye bi wî re hatiye ragihandin.
roja Yekşemî 8`ê Reşemê, kombûna dadgehîkirina wî girtiyê siyasî, piştî retkirina cezayê wî li dîvana bilind a welat, bi rêya vîdiyo konfiransê, li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê hatibû li dar xistin.
Meha Banemera îsal ew welatiye bi tohmeta “muharibe” ji rêya endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve, bi 40 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû cezadan.
Cezayê “Mihemed Muradî” bi sedema kêmasiyan li lêpirsînan, ji taya 34 a dîvana bilind a welat ve hate hilweşandin û dosiya navbirî bo gengeşeya dubare bo wê dadgeha destpêkê de ew cezaye bi ser “Mihemed Muradî” de sapandibû, hate şandin.
“Mihemed Muradî” berê endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û meha Xermanana sala 1396`an li sînorê “Kêlê” ser bi bajarê Serdeştê zivirîbû bo Îranê.
Navbirî piştî zivirîn bo Îranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên girêdayê Îtila`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û bona lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.
Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînan ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, di destpêkê de bo girtîgeha navendî ya wî bajarî û piştre bo girtîgeha Nexedeyê hatibû veguhastin.
Ew welatiye 35 salî ye û xîzandar û bavê du zarokan e û niha li girtîgeha bajarê Nexedeyê hatiye ragirtin.
Êvareya roja Yekşemî 21`ê Rezbera sala 1398`an, du birayê “Mihemed Muradî” yên bi navên “Ebdullrehman û Sadiq Muradî” li sînorê “Kotran” ê ser bi bajarê Pîranşehrê, li dema kolberiyê bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatibûne kuştin.