“Mihemed Huşengî” li derheq dijayetîkirina îtila`ata Spahê digel azadkirina wî ji girtîgeha “Urmiyê” destavête gireva birsîbûnê

17:23 - 28 Şibat 2022

Ji roja Sêşemî 3ê Reşemê ve, welatiyê kurd “Mihemed Huşengî”, xelkê bajarê “Ciwanro”yê li derheq dijayetîkirina îtila`ata Spahê digel azadkirina wî ji girtîgeha bajarê “Urmiyê”, dest avête gireva birsîbûne, rewşa tendirustiya wî girtiyê kurd bi sedema girevê nebaş hatiye ragihandin.

Herwisa dadgeha şoreş a bajarê “Urmiyê” bi malbata navbirî re ragihandine ku biryara binçavkirina demkî ya kurê wan hatiye guhertin û divê barimteyek 2 miliyard Tumenî danên.

“Mihemed Huşengî” li 21ê Befranbara sala 1399an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê “Tehran”ê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.