“Mihemed Huşengî” dawî bi gireva birsîbûna xwe anî

17:25 - 9 Adar 2022

Çalakvanê Kurd ê ragirtî li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê “Mihemed Huşengî”, piştî heyama 13 rojan dawî bi gireva birsîbûna xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, roja Sêşemî 16`ê Reşemê,ew welatiyê Kurd piştî bi dawîanîn bi gireva birsîbûna xwe ji odeya take kesî bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye zivirîn.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew çalakvanê Kurd bi razîbûn a bi sozên berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê û dadwerê çavedêr li derheq azadkirina navbirî bi danîna barimteyê dawî bi gireva birsîbûna xwe anî ye”.

Wê çavkaniyê got: “Mihemed Huşengî” li heyama girevgirtina birsîbûnê kêş û fişara wî hatiye xwarê.

Ew çalakvanê Kurd roja Şemî 7`ê Reşemê di çaremîn roja gireva birsîbûna xwe de, li ser biryara berpirsên girtîgehê, bo odeya take kesî hatibû veguhastin.

 “Mihemed Huşengî”, xelkê bajarê “Ciwanro”yê li derheq dijayetîkirina îtila`ata Spahê digel azadkirina wî ji girtîgeha bajarê “Urmiyê” Ji roja Sêşemî 3ê Reşemeyê ve, dest avêtiye gireva birsîbûnê.

Di dawiya meha Rêbendanê de taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi malbata wî çalakvanê Kurd re ragihandibû ku biryara binçavkirina demkî ya navbirî bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî hatiye guherîn.

Piştî serdana bi dom a malbata Hûşengî ji bajarê Ciwanroyê bo bajarê Mihabadê û cîbicîkirina karên îdarî yên dabînkirina barimteyê bona azadkirina kurê xwe, dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi wan re ragihandiye ku bi sedema dijayetîkirina Îtila`ata Spahê û dirêjedan bo lêpirsînan, ew nayê azadkirin.

“Mihemed Huşengî” li 21ê Befranbara sala 1399an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê “Tehran”ê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

“Mihemed Hûşengî” piştî 6 mehan li odeya take kesî ya girtîgeha Îtila`ta Spahê mabû, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.