“Mihemed Hûşengî” bo odeya take kesî hate veguhastin

18:06 - 1 Adar 2022

Girtiyê Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê “Mihemed Hûşengî”, roja Şemî 7`ê Reşemê di çaremîn roja gireva birsîbûna xwe de, li ser biryara berpirsên girtîgehê, bo odeya take kesî hate veguhastin.

Çavkaniyek agehdar di hevpeyvînekê de bi ajansa “Kurdpa” yê re ragihand: “Rewşa tendirustiya wî girtiyê kurd bi sedema girevê nebaş e.

Ji roja Sêşemî 3ê Reşemeyê ve, “Mihemed Huşengî”, xelkê bajarê “Ciwanro”yê li derheq dijayetîkirina îtila`ata Spahê digel azadkirina wî ji girtîgeha bajarê “Urmiyê”, dest avêtiye gireva birsîbûnê.

Di dawiya meha Rêbendanê de taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi malbata wî çalakvanê Kurd re ragihandibûn ku biryara binçavkirina demkî ya navbirî bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî hatiye guherîn.

Piştî serdana bi dom a malbata Hûşengî ji bajarê Ciwanroyê bo bajarê Mihabadê û cîbicîkirina karên îdarî yên dabînkirina barimteyê bona azadkirina kurê xwe, dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi wan re ragihandiye ku bi sedema dijayetîkirina Îtila`ata Spahê û dirêjedan bo lêpirsînan, ew nayê azadkirin.

 “Mihemed Huşengî” li 21ê Befranbara sala 1399an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê “Tehran”ê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Mihemed Hûşengî” piştî 6 mehan li odeya take kesî ya girtîgeha Îtila`ta Spahê mabû, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.