“Mihemed Hacîresûlpûr” ji girtîgeha bajarê Bokanê hate azadkirin

17:42 - 13 Nîsan 2022

Îro çarşemî 24`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Mihemed Hacîresûlpûr” xelkê bajarê Bokanê piştî bi dawîhatina heyama girtîgehha xwe ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Roja Pêncşemî 18`ê Sermaweza sala 1400`an, ew welatiye bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.

Ew welatiye berê bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê li berjewendiya yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” ji aliyê taya 101 a dadgeha Keyferî ya bajarê Bokanê bi serokayetiya dadwer “Peyman Rostemî” bi 5 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Roja Yekşemî 19`ê Rêbendana sala 1399`an, ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta bi dawîhatina heyama dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Bokanê hatibû azadkirin.

Sibêdeha roja Sêşemî 30`ê Befranbara sala 1399`an, “Mihemed Hacîresûlpûr” li ser cihê karê xwe bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî li dema binçavkirina wî welatiyê hin ji keresteyên kesî yên navbirî yên wek kampiyûter, telefon û fîlmên kamêraya veşartî yên cihê karê wî zevt kirin û digel xwe birin.