“Mihemed Fethullahî” bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin

18:46 - 17 Nîsan 2022

Îro Yekşemî 28`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Mihemed Fethullahî” kurê Bayezîd û xelkê bajarê Bokanê bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

Hêzên ewlehî demjimêr 3`ê sibêdeha roja Çarşemî 24`ê Xakelêwe, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçav kirine.

“Mihemed Fethullahî” berê endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê bûye û heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne”.