“Mihemed Fedewî” bi danîna barimteyê li girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin.

19:19 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 21`ê Pûşperê, “Mihemed Fedewî” kurê Ebdullah û xelkê gundê “Milqerenî” yê girêdayî bajarê Seqizê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 750 milyon Tumenî heta dema dadgehî kirinê hatiye azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de, ji mafê destpêregihîştina bi parêzer hatibû bêparkirin.

Ew welatiyê Kurd roja Çarşemî 27`ê Rêbendana sala 1400`an, ji girtîgeha Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 14`ê Sermaweza sala derbasbûyî, “Mihemed Fedewî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bona lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Heta dema bilavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.