Mihabad: “Qasim Ezîziyan” bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgehê hate veguhastin

17:11 - 2 Kanûna pêşîn 2021

Roja Duşemî 8ê Sermawezê, welatiyekê Kurd ê bi navê “Qasim Ezîziyan” kurê “Resûl” temen 28 salî û xelkê gundê “Lec”ê ser bi bajarê “Mihabadê” bo cîbicîkirina cezeya wî bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Roja Duşemî 28ê Pûşperê, ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekê demkî heta dema dadgahîkirinê ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû azad kirin.

Roja Înê 31ê Banemerê, “Qasim Azîziyan” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina lêpirsîna wî bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Navbirî ji aliyê taya 1 a dagheha Şoreşa bajarê “Mihabad”ê bi tohmeta endam bûn di yek ji partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê, bi 28 meh girtîgeha te’zîrî hatinû cezadan û ew cezaye ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve hatibû piştrast kirin.