Mihabad؛ du girtiyên siyasî piştî bi dawîhatina heyama girtîgehê hatin azadkirin

17:30 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2021

Du girtiyên siysaiyên Kurd ên bi navên “Yaqûb Mihemedî” û “Keywan Mamegule” xelkê bajarê “Goêktepe”yê , piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wan ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatine azadkirin.

Ew du girtiyên siyasî roja 8`ê Pûşperê, li girtîgeha bajarê Mihabadê hatine azadkirin.

Ew du welatiyane roja 6`ê Rezbera sala 1397an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştre bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ew du girtiyên Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin û bi danîna barimteyê bi awayek demkî heya qonaxa dadgehîkirina wan hatibûne azadkirin. 

Ew du girtiyên siyasî piştre ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê bi serokatiya dadwer ‘Xulamî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê” her yek ji wan bi 2 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne cezakirin û cezaya wan di dadgeha pêdaçunê de hatibû piştrastkirin.